Welatiyekî Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin

17:20 - 16 Çirriya paşîn 2021

Roja Dûşemî 24`ê Xezelwerê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Arman Zahîdî”, temen 23 salî kurî Kerîm û xelkê gundê “Pîr Omeran” a girêdayê bajarê Seqizê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û piştî cend demjêmiran hate azadkirin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, hêzên ewlehî demjêmir 8 sibêdehê, bi bê hebûna belgeyên yasayî ew ciwanê Kurd binçav kirine û piştî lêpirsînê di demjêmir 4 êvarê de azadkirin. 

Ew welatiyê Kurd berê endamê yek ji Partiyên Kurd ên dijberî hikûmeta Îranê bûye û di sala 1396an de zivirîbû bo Îranê.

“Arman Zahîdî” li heyama binçavkirinê de cendîn caran bo îdareya Îtla`ata bajarê Seqizê hatiye gazîkirin û lêpirsîn jê hatiye kirin.