Welatiyekî Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin

16:34 - 4 Çirriya paşîn 2021

Roja Sêşemî 11`ê Xezelwerê, welatiyekî kurd ê bi navê “Enwer Şêxe”, temen 45 salî, kurê Ebdulla û xelkê gundê “Peswê” yê ser bi bajarê Pîranşarê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hate veguhastin.

Ew welatiye bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin.

Heya niha lêpeyketina malbata “Enwer Şêxe”, bo agehdarbûn ji qedera navbirî bi encam mane.

Heya dema belavbûna wê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî welatiyê Kurd hatiye sepandinê, ti zanyariyek li ber dest nine.