Welatiyekî Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin

16:35 - 28 Çirriya pêşîn 2021

Şeva Sêşemî 4`ê Xezelwerê, welatiyekî kurd  ê bi navê “Şûeyb Mehmûdî”, temen 43 salî, kurê Ceifer û xelkê gundê “Mêraw” ê ser bi bajarê Sineyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hate veguhastin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî êrîş kirine ser mala wî welatîyî û navbirî binçavkirine.

Heya niha lêpeyketinên malbata “Şueyb Mehmûdî” bo agehdar bûn ji qedera navbirî, bê encamp mane.

Ew welatî  xêzandar û xwediyê 5 zarokan e.

Heya dema belavbûna wê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser “Şueyb Mehmûdî” de hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest nine.