Welatiyekî Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin

18:54 - 19 Tebax 2021

Roja Duşemî 25`ê Gelawêjê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Îbrahîm Elîzade” kurê Se`îd û xelkê gundê “Terkeş”ê girêdayê bajarê Pîranşehrê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ew welatiyê Kurd binçav kirine û piştre bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Urmiyê veguhastine.

Ew welatiye piştî binçavkirinê, bi tenê carekê peywendiya telefonî digel malbata xwe hebû ye.

Heya dema belav bûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmetên ku bi ser wî de hatine sepandinê ti zaniyaryek ji ber dest nîne.