Welatiyekî Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin

17:06 - 11 Kanûna Paşîn 2021

Roja Înê 19ê Befranbarê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Karvan Mînûyî” xelkê bajarê Merîwanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ew welatiyê Kurd binçavkirine.

Heya niha lipeykevtina malbata wî welatiyê Kurd bo zanîn ji qeder û cihê ragirtina navbirî bê encam maye.

Heya dema belavbûna wê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî welatiyê Kurd hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest de nîne.