Welatiyekî Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin

18:04 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2022

Roja Sêşemî 4`ê Gelawêjê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Luqman Giramî” kurê Îbrahîm û xelkê gundê “Serdoş” a girêdayî bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî ew welatiyê Kurd ji rêya peywendiya telefonî ve gazîkirin û piştre navbirî binçavkirin.

Herwisa wê çavkaniyê da zanîn: Hêzên ewlehî piştî binçavkirina wî welatiyê Kurd, êrîşkirine ser mala Luqman û dest bi vekolîna mala navbirî kiribûn.

Wê çavkaniyê di berdewamiyê de da zanîn: Hêzên ewlehî li dema vekolîna mala “Luqman Giramî”, bêrêzî bi malbata navbirî kirine.

Heta dema belavbûn vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li ser navbirî de hatine sepandin, ti zanyariyek serrast ber dest nîne.