Welatiyekî Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin

19:18 - 9 Hezîran 2022

Roja Sêşemî 17`ê Cozerdanê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Vahid Hemze” kurê Hesen û xelkê “Seroqamîş” ê girêdayê bajarê Bokanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin û bo cihek nexuya hat veguhastin.

Ew welatiyê Kurd bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin û heta niha li peykevtina malbata navbirî bona agehdarbûn ji qedera kurê xwe, bê encam maye.

“Vahid Hemze” meha Rêbendana sala 1400`an a rojî, bo heyama du heftiyan ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Ew welatiyê Kurd xîzandar û bavê zarokekê ye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî wî welatiyê Kurd hatine sepandin ti zanyariyek serast ber dest nînin.