Welatiyekî Kurd hate desteserkirin
Ajansa Kurdpa: Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Dîwandere, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hate desteserkirin û bo cihekî nexûya hate veguhastin.
Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Pêncşemî, 21`ê Xermanan, welatiyekî Kurd ê bi navê “Emîr Mihemedxanî”ê xelkê bajarê “Dîwandere”, ji aliyê hêzên îtla`atê ve hate desteserkirin.
Bi gotina çavkaniyek agehdar, hêzên îtila`atê êrîşê ser mala wî welatiyê Kurd kirine û piştî desteserkirina navbirî, mala wî vekolandine û hindek ji tiştên wî ên kesî zeft kirine.
Herwisa wê çavkaniyê got: Ew welatiyê Kurd, piştî desteserkirinê ji aliyê hêzên îtla`atê ve, bo cihekî nexûya veguhastine û ji qedera navbirî tu zaniyariyek ji ber dest nîne.
Ev welatiyê Kurd, endamê “hey`eta çiyagerî” a girûpa Dîwanderê ye û heya niha sebeba desteserkirina wî nehatiye ragihandinê.