Welatiyekî Kurd hate bidarvekirin

15:54 - 1 Hezîran 2019
Ajansa Kurdpa: Welatiyê Kurd yê xelkê bajarê Bîcarê, li girîgeha navendî ya bajarê Zencanê hate bidarverkirin.

Li gorî nûçeya gihîştî Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, welatiyê Kurd yê xelkê bajarê Bîcarê, yê bi navê Seyîd Semed Ênayetî, temen 31 salî, bi tawana kuştina bizanebûn, li girtîgeha navendî ya bajarê Zencanê hatiye bidarvekirin.

Ev welatiyê Kurd, roja Sêşemî, 10`ê Banemera 1398`an, bi awayekî veşartî li girtîgeha bajarê Zencanê hatiye îdamkirin.

Saziya mafê mirov li Kurdistanê, di vê derheqê de belavkiriye ku, ev welatiyê Kurd, Kedkar bûye û bi sebeba nedana perê wî ji aliyê xwedî kar ve, navbirî digel xwedî kar rastî şer dibe di encamê de xwedîkar tê kuştin.

Yek ji kesên nêzîkî wî welatiyê Kurd ji vê çavkaniya mafê mirov re daye zanîn ku: Seyîd Semed piştî vê bûyerê gotiye mibesta min kuştin wî nebûye, min tenê xwastiye wî bitirsînim, da ku perê xwe jê verbigirim.

Dema bidarvekirina girtiyan ji van re radigihînin, lê, eva di demekê de ye ku li gorî taya 21a ayînameya birêveçûna cezayê bidarvekirinê, recim û qutkirina endamên laşên girtiyan, dibe nûçeya birêvebirina ceza û digel cora tawan û kurteyek li biryarnameya dadgehê di rojnameyan de bê belav kirin.

Saziya Lêborîna Navneteweyî di rapora salane ya xwe de, îşare bi îdamkirina 253 hevwelatiyan li Îranê kiriye, û herwisa di vê raporê de hatiye ku Îran duyemîn welate li cîhanê ku welatiyên xwe îdam dike.