Welatiyekî Kurd ê xelkê Nexedeyê bo girtîgeha Urmiyê hate veguhastin

16:37 - 14 Şibat 2021

Roja Şemî 25`ê Rêbendanê, welatiyekî kurd yê bi navê “Şivan Piştwar”, kurê Ebdullrehman, temen 39 salî û xelkê bajarê Nexedeyê, bo benda girtiyên siyasî yên girtîgeha bajarê Urmiyê hate veguhastin.

Ew welatiyê Kurd çend roj beriya niha, pêştî bi dawîhatina lêpêçînê ji girtîgeha îdareya Îtla`aata bajarê Urmiyê, bo benda qerentîne ya girtîgeha wî bajarî hate veguhastin.

“Şivan Piştwar”, roja Duşemî 6`ê Rêbendanê, bi tometa “çalakiyên Olî”, bi bê hebûna belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo girtîgeha îdareiya Îtla`at bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.