Welatiyekî Kurd ê xelkê “Kirmaşan”ê li bajarê “Îsfehan”ê hate îdam kirin

18:01 - 6 Tebax 2021

Roja Duşemî 11ê Gelawêjê girtiyekî Kurd yê bi navê “Erselan Kerîmî” kurê “Xulam” xelkê bajarê “Hersîn” ê  ser bi Parêzgeha “Kirmaşan”ê di girtîgeha “Destgêrd” a bajarê “Îsfehan”ê hate îdam kirin.

Pêka zaniyariyan ew welatiye li sala 1396 an bi tohmeta “madeyên hişber”hatibû binçavkirin û piştre cezaya îdamê bi ser de hatibû sepandin.

Erselan Kerîmî bavê du zarokan e.

Heta niha nûçeya îdam kirina wî welatiyê Kurd di midiyayên Îranê nehatiye belavkirin.