Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Kamiyaranê hate desteserkirin

20:28 - 10 Tebax 2019
Ajansa Kurdpa: Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Kamiyaranê, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hate desteserkirn û bo ciyekî nexuya hate veguhastin.

Li gorî nûça ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniyan “Kurdpa”yê, roja Çarşemî, 16`ê Gelawêjê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Cemal Goderzî” ê xelkê gundê “Çirosane” a girêdayî bajarê Kamiyaranê ji aliyê hêzên Îtla`atê ve hate desteserkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên îtila`atê di dema desteserkirina wî welatiyê Kurd de, êrîş kirine ser mala navbirî di gundê Çirosanê de, lê di desteserkirina wî de serkevtî nebûn.

Herwisa wê çavkaniyê daye zanîn ku, piştre hêzên îtila`atê êrîş kirine ser mala dayîka navbirî li bajarê Kamiyaranê, û ew welatî desteserkirine.

Wê çavkaniya Kurdpayê herwisa got: Hêzên îtila`atê piştî desteserkirina navbirî, dest bi vekolana mala navbirî kirine û hindek tiştên kesî ên “Cemal” ji xwe re birine.

“Cemal Goderzî” xîzandare û li pey ketina malbata wî bo agehdarbûn ji qeder û cihê ragirtina wî û sebeba desteserkirina wî, heya niha bê encam ma ne.