Welatiyekî kurd ê binçavkirî piştî lêpirsînê bo girtîgeha bajarê Urmiyê hate veguhastin

18:29 - 19 Hezîran 2021

Roja Pênşemî 27`ê Cozerdanê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Nayîb Eskerî”, xelkê bajarê Urmiyê, piştî lêpirsînê ji girtîgeha Îtla`at a Spahê, bo girtîgeha navendî ya wî bajarî hatiye veguhastin.

Ew welatiye li roja Şemî 7`ê Xakelêweya îsal, bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo girtîgeha Îtla`at a Spaha Pasdaran li bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Tohmeta ku bi ser “Nayêb Eskerî”, de sepandine, “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê” hatiye ragihandin.