Welatiyekî Kurd di encama teqeya hêzên çekdar ên hikûmeta Îranê de jiyana xwe ji dest da

23:33 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2018
Ajansa Kurdpa: Hêzên çekdar ên hikûmeta Îranê li navçeya Bokanê di navbera gundên “Gogcelî” û “Muşîrava” de, gulle berdan ser utumbêleke pirayd û di encamê de welatiyekî Kurd jiyana xwe ji dest da.

Li gora zanyariyên ku gihîstine Ajansa Nûçegihaniyê a Kurdpa, şeva pêncşemiyê 21’ê Pûşperê, hêzên hikûmeta Îranê li Bokanê li ser riya di navbera gundên Gogcelî û Muşîrava de teqe li piraydekê kirin û di encamê de yek ji musafirên wê utumbêlê yê bi navê “Hejar Rizayî” kurê Ismaîl xelkê gundê “Qelay Hulako” jiyana xwe ji dest da.

Çavkaniyeke haydar di vê derbarê de da xuyakirin ku çarenivîsa musafirên din ku hêzên hikûmetê teqe li wan kirine, ne diyar e lê termê Hejar Rizayî ji bo Fermangeha Îtilaatê a bajarê Miyandoawê hatiye veguhestin.

Heya niha sedema teqekirina hêzên hikûmeta Îranê li wan musafiran ne xuya ye û saziyên ewlehî û îstixbaratê jî ti daxuyanî di vê derbarê de nedane raya giştî.

\"\"
Hejar Rizayî