Welatiyekî Kurd di encama îşkenceya girtîgehê de bo nexweşxaneyê hate veguhastin

18:17 - 2 Tebax 2020

Roja Yekşemî 12`ê Gelawêj, welatiyekî Kurd yê bi navê “Ceifer Husênzade” temen 49 salî kurê “Îsmaîl”û xelkê gundê “Serokanî” a ser bi bajarê Pîranşehrê bi sedema îşkenceyê di girtîgeha îtilaata Spaha Pasdaran de, li nexweşxaneya wî bajarê bo nexweşxaneya Arifiyan a bajarê Urmiyê hate veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyekî agehdar, ew welatiye di girtîgeha îtilaata Spaha bajarê Pîranşehrê de bi awayekî dijwar ji aliyê hêzên ewlehî ve kete ber îşkenceyê û rewşa tendirustiya wî xirab e.

Herwisa wê çavkaniyê gok: “Ceifer Husênzade” di destpêkê de bo nexweşxaneya bajarê Pîranşehrê hate veguhastin û piştre bi sedema rewşa wî ya xirab bo nexweşxaneya Arifiyan a bajarê Urmiyê hate veguhastin.

Ew welatiyê Kurd roja Şemî 11`ê Gelawêjê ji aliyê hêzên ewlehî yên girêdayê Spaha Pasdaran ve hate binçavkirin.

Heya dema bilavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirina wî welatiyê ti zanyariyek ji ber dest de nîne.