Welatiyekî Kurd di bajarê Sineyê de hate binçavkirin

18:09 - 10 Gulan 2020

Roja Şemî 15`ê Banemer, welatiyekî Kurd yê bi navê “Îdrîs Geledarî”, xelkê bajarê Sineyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, tevlî derbasbûna 6 rojan bi ser binçavkirina wî welatiyê Kurd re ti zanyariyek ji qedera “Îdrîs Geledarî” ji ber dest nîne.

Herwisa wî çavkaniyê got: “Ew welatiyê xelkê bajarê Sineyê di demek de bo karê pêwendîdar bi bîma maşîna xwe serdana yek ji kompaniyan kiribû, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Wî çavkaniya agehdar eve jî got: “Hêzên ewlehî piştî binçavkirina wî welatiyê Kurd, êrîş kirine ser mala wî û hindik ji keresteyên kesî yên navbirî ên wekî kampiyûter û hin tiştên din digel xwe birine.

Çavkaniya agehdar di dirêjahiya axavtinê xwe de got: “Du birayên “Îdrîs Geledarî” endamê yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê ne.

Heya dema bilavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirina wî welatiyê xelkê bajarê Sineyê ti zanyariyek ji ber dest nîne.