Welatiyekî Kurd di bajarê Sewlavayê de hate binçavkirin

18:34 - 4 Gulan 2020

Roja Şemî 13`ê Banemerê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Ebdullah Edwayî” ê xelkê gundê “Silên” di devera hewraman a ser bi bajarê Sewlavayê de bi awayekî nexuya hate binçavkirin û hêzên Îtila`ata Spaha Pasdaranê navbirî bo cihekî nexuya veguhastine.

Piştî neçûna wî welatiyê Kurd bo navenda Îtila`ata bajarê Sewlavayê, hêzên Îtila`atê êrîş kirine ser gundê “Silên” û navbirî binçav kirine.

Roja Duşemî 24`ê Befranbar a sala 1397`an, ew welatiyê Kurd bo Saziya Spaha Pasdaran li bajarê Sewlavayê hate gazîkirin û piştre binçav kirin, û di rêketa 8`ê Reşeme ya haman salê de bi danîna barimteyê hate azadkirin.

Ew welatiyê Kurd, meha Gelawêj a sala 1398`an, ji aliyê dadgeha şoreş a bajarê Merîwanê ve bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê”, bi salek hepsa te`izîrî û piştî nerizayetî derbirîna wî welatiyê Kurd li derheq cezaya xwe, ew cezaye bo dadgeha pêdaçûn hate şandin.