Welatiyekî Kurd di bajarê Serdeştê de hate binçavkirin

19:09 - 22 Tebax 2020

Di heyamê çend rojên derbasbûyî de welatiyekî Kurd yê bi navê “Şêrko Siywoşî” kurê “Muhemed”, temen 37 sal û xelkê bajarê Serdeştê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Hêzên ewlehî di dema binçavkirina wî welatiyê Kurd de, ew îşkence kirine û piştî vekolîna mala wî, hindik ji keresteyên take kesî yên navbirî digel xwe birine.

Ew welatiyê Kurd berê ola xwe bo ola Mesîhiyetê gohirî bû.

Heya dema bilavkirina wî nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî de hatî sepandin, ti zanyariyek ji ber dest de nîne.