welatiyekî Kurd di bajarê Pîranşehrê hate binçavkirin

13:51 - 18 Tîrmeh (Temûz) 2020

Roja Çarşemî 15`ê Tîrmeh, welatiyekî Kurd yê bi navê “Murad Muradî” kurê “Xidir”, yê temen 49 sal û xelkê gundê “Xurînc” û rûniştiyê bajarê Pîranşehrê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Hêzên ewlehî ew welatiyê Kurd bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî di sê rêya “Celdiyan” binçav u bo cihekî nexuya hatiye veguhastin.

Heya niha sedema binçav kirina wî welatiyê Kurd ne xuya ye.

 “Murad Muradî”, xwediyê jin û sê zaroka ne.