Welatiyekî Kurd di bajarê Pîranşehrê de hate binçavkirin

18:49 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2020

Êvareya roja Şemî 11`ê Tîrmehê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Elî Zevarî” kurê “Resûl” xelkê gundê “Mêşedê” û rûniştiyê taxa “Konexan” a bajarê Pîranşehrê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ew welatiyê Kurd binçav kirine û bo cihekî nexuya hatiye veguhastin.

Tewî li pey ketina malbata wî welatiyê Kurd, hêzên ewlehî ji dana bersivekî zelal ji derheq qedera “Elî Zevarî” xwe serwe birine.

Heya dema bilav bûna wî nûçeyî ti zanyariyek ji sedema binçavkirina navbirî li ber dest de nîne.

Her di wê derheqê de, roja Yekşemî 22`ê Tîrmeh, welatiyekî Kurd yê bi navê “Diyako Tara” kurê “Resûl” xelkê gundê “Kêlesîpan” a ser bi devera “Lacan” a ser bi bajarê Pîranşehrê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.