Welatiyekî Kurd di bajarê Pîranşarê de hate binçavkirin

18:24 - 1 Hezîran 2020

Roja Yekşemî 31`ê gulana 2020 an, welatiyekî Kurd yê bi navê “Omer Xakzade” kurê “Hasil”, xelkê gundê “Şêlimcaranî” a ser bi bajarê Pîranşehrê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Hêzên ewlehî, bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ew welatiyê Kurd binçavkirin û Heya niha li peyketina malbata wî bo agehdarbûn ji qedera kurê xwe bê encam maye.

Heya dema belavkirina vê nûçeyê, ji sedema binçavkirina wî welatiyê Kurd ti zanyariyek di ber dest de nîne.