Welatiyekî Kurd di bajarê Mihabadê hate binçavkirin

18:26 - 2 Tîrmeh (Temûz) 2020

Êvareya roja Çarşemî 1 ê Tîrmehê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Soran Muxtarîfer” xelkê gundê “hacîxoş” a ser bi bajarê Mihabadê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Hêzên ewlehî, ew welatiyê Kurd bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî biçavkirine û bo cihekî nexuya veguhastin.

Heya niha li peyketina malbata wî welatiyê Kurd, bo zanîn ji qedera “Soran” bê encam bûye û ti zanyariyek ji sedema binçavkirina wî ji ber dest de nîne.