Welatiyekî Kurd di bajarê Mihabadê de hate destbiserkirin
11:25 - 10 Kanûna Paşîn 2021
Roja Şemî 20`ê Beftanbarê, welatiyekî Kurd bi navê “ Şepol Xizirpûr” kurê Husên xelkê taxa “ Berî Şîlanan “ ê li bajarê Mihabadê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate destbiserkirin.
Hêzên ewlehî, bi bê hebûna belgên yasayî êrîş kirine ser mala wî welatiyê Kurd û navbirî destbiser kirine.
Hêzên ewlehî, ew welatiyê Kurd bi tohmeta “ alîkarî kirin bi yek ji Partiyên Kurd yên dijberê rejîmê” tawan bar kirine û piştre hatiye destbiserkirin.
Ew welatiyê Kurd piştî destbiser kirinê bo cihekî nexûya hatiye veguhastin.