Welatiyekî Kurd hate binçavkirin û piştre bo cihekî nexuya hate veguhastin

12:54 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2020

Roja Duşemî 30ê Pûşperê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Xelîl Husênî” rûniştiyê bajarê Kirmaşanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Hêzên ewlehî ew welatiyê Kurd bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî binçav kirin e û heya niha ji qedera wî ti zanyariyek ji ber dest de nîne.

Tevî lipeyketina malbata wî welatiyê, hêzên ewlehî ji dana bersivekî zelal li derheq qeder û cihê girtina “Xelîl” xwe parastine.

Ew welatiyê Kurd di heyama çend rojên derbasbûyî de kurte vidiyoyek li derheq îdamkirina du hepsiyên siyasî ên Kurd di girtîgeha bajarê Urmiyê de û herwisa sepandina cezaya îdamê bi ser sê kes ji neraziyên kombûna nerizayetiyên meha Xezelwer a sala 1398an, nerizayetî nîşan dabû.