Welatiyekî Kurd di bajarê Bokanê de hate binçavkirin

17:59 - 18 Tebax 2020

Roja Pêncşemî 23`ê Gelawêj, welatiyekî Kurd ê bi navê “Îsmaîl Elîperwerî” xelkê bajarê Bokanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna belgeya dadwerî, ew welatiyê Kurd binçav kirine û piştre bo lêkolînê bo girtîgeha îdareya îtila`ata bajarê Urmiyê veguhastin.

Ew welatiyê Kurd bi tohmeta “çalakiyên ayînî” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin.