Welatiyekî Kurd bû qurbaniyê vaksena heyam bi ser çûyî

17:07 - 17 Adar 2021

Roja Yekşemî 24`ê Reşeme, welatiyekî Kurd yê bi navê “Celîl Keremî”, kurê Rehmet, temen 40 salî û xêzandar, bi sedema lêdana vaksena heyambiserçûyî li nexweşxaneya “Şuheda” ya ser bi bajarê Dêwulanê, canê xwe ji dest da.

Çavkaniyeke agehdar di wê derheqê de bi Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihandiye: “Celîl Keremî” ku tûşê nexweşiya tengenefesiyê bibû, digel kurê xwe serdana nexweşxaneya “Şuheda” ya ser bi bajarê Dêwulanê kirbûn û piştî vekolîna pizîşkî, pizîşkê wê nexweşxaneyê, vaksena heyambiserçûyî lêdaye û piştî 10 xulekan navbirî canê xwe ji dest da.

Herwisa wê çavkaniyê got: Malbata wî welatiyê canjidestdayî, piştî wê bûyerê, digel kadr û pizîşkên nexweşxaneya “Şuheda”, tûşî şer bûne.

Pêka gotina wê çavkaniya agehdar, piştî agehdarkirina hêzên ewlehî û hatina wan hêzan û derkevtina rastiya wê bûyerê, hêzên ewlehî ew pizîşke binçav kirin.