Welatiyekî Kurd bo îdareya Îtla`at a bajarê Şinoyê hate gazîkirin

18:29 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2021

Roja Dûşemî 4`ê Gelawêjê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Xelîl Eynî”, xelkê gundê “Sîngan” ê ser bi bajarê Şinoyê, piştî gazîkirin bo îdareya Îtla`ata bajarê Şinoyê, lipêrsîn lêhate kirin.

Hêzên ewlehî ew welatiye bi sedema derketina kurê wî yê bi navê “Sidîq Eynî” jî Îranê, gazîkirine û daxwaz ji navbirî kirine ku kurê xwe bizivirîne Îranê.

Roja Sêşemî 29`ê Pûşperê, girtiyê siyasiyê kurd “Sedîq Eynî”, ku li girtîgeha bajarê “Erdebêlê” de ragirtibûn; piştî hatina wî bo mirexesiyê, ji Îranê derketiye.

Di 19`ê Rêbendana sala 1396an de ew girtiyê siyasî ku li dadgeha leşkerî ya bajarê Urmiyê de bi tohmeta “Sîxurî bi rêya hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdan ên dijberî hikûmeta Îranê”, bi 10 sal girtîgeha te`izîrî hatibû cezakirin, bi piştraskirina wî hukmî ji aliyê dîwana bilind a welat ve, ji girtîgeha bajarê Urmiyê bo girtîgeha bajarê Erdebêlê hatibû dûrxistin. 

Ew girtiyê siyasî li 21`ê Gelawêja sala 1396an, ji aliyê Îtla`ata Spahê ve hatibû binçavkirin û piştî bidawîhatina heyama lipêrsînê bo girtîgeha bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.