Welatiyekî Kurd bo îdareya Îtila`ata bajarê Kamiyaranê hate gazîkirin

18:47 - 26 Adar 2022

Roja Pêncşemî 4`ê Xakelêweyê, welatiyek Kurd ê bi navê “Eynedîn Emîrî” temen 41 salî û xelkê bajarê Kamiyaranê, bo îdareya Îtila`ata wî bajarî hate gazîkirin û lêpirsîn digel wî hate kirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî ew welatiyê Kurd bi sedema mifahvergêrtina zarokê wî ji kumekê ku bi şêwaza alaya Kurdistanê hatibû duristkirin û axabaniyê li rêûresma Newrozê li bajarê Kamiyaranê hatiye gazîkirin.

Herwisa wê çavkaniyê bas ji wê jî kiriye ku li meşa birêvebirina rêûresma Newrozê li bajarê Kamiyaranê, hêzên ewlehî karta pênasa wî welatiyê Kurd zevt kirine û digel xwe birin.

“Eynedîn Emîrî” piştî çend demjimêr lêpirsînê bi vergirtina soza nivîskî hatiye azadkirin.