Welatiyekî Kurd bo girtîgeha bajarê Şinoyê hate veguhastin

17:23 - 18 Kanûna Paşîn 2021

Di heyamê çend rojên derbasbûyî de, welatiyekî Kurd yê bi navê Mela “Cimşîd Hemîdî”, kurê Mehmûd û xelkê gundê “Şawanê” yê ser bi bajarê Şinoyê bo girtîgeha wî bajarî hate veguhastin.

Meha Sermawez a îsal, ew welatiyê Kurd piştî dawî hatina heyama lêkolîna wî li girtîgeha îdareya Îtilaat a bajarê Urmiyê, bo girtîgeha navendî a wî bajarî hatibû veguhastin.

Mela “Cimşîd Hemîdî”, bi Tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê” hatiye cezadan.

Roja Pêncşemî 24ê Rezberê, hêzên ewlehî êrîş kiribûne ser mala wî welatiyê Kurd û navbirî bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî binçavkiribûn.