Welatiyekî Kurd bo girtîgeha bajarê Nexedê hat veguhastin

18:31 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2022

Roja Şemî 1ê Gelawêjê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Bextiyar Mistefapûr” kurê “Ce`ifer” xelkê gundê “Sêgirkan” yê girêdayî bajarê “Pîranşar”ê di yek ji girtîgehên ewlehî yên wî bajarî de bo girtîgeha bajarê “Nexed”ê hat veguhastin.

Ew welatiyê Kurd bi demdirêjkirina heyama binçavkirina wî bo girtîgeha bajarê “Nexed”ê hat veguhastin.

Pêka çavkaniyek agehdar, “Bextiyar Mistefapûr” roja Pêncşemî 30ê Pûşperê, bi bê hebûna belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Herwisa vê çavkaniyê daye zanîn: Hêzên ewlehî ew welatiyê Kurd bi tohmeta hevkarîkirin digel yek ji partiyên Kurdî binçavkirine.

“Bextiyar Mistefarpûr” di heyama binçavkirina xwe de ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatibû bêparkirin.