Welatiyekî Kurd bo girtîgeha abajarê Şinoyê hate veguhastin

17:47 - 22 Tebax 2021

Roja Şemî 30`ê Gelawêjê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Ferhad Me`irûfî”, kurê Hesen û xelkê gundê “Aliyavê” yê girêdayê bajarê Şinoyê, piştî bi dawîhatina heyama lêpirsîna wî li yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê, bo girtîgeha bajarê Şinoyê hate veguhastin.

Ew welatiye roja Duşemî 11`ê Gelawêjê, bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Urmiyê hatibû veguhastin

Heya dema belav bûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser “Ferhad Me`irûfî” de hatiye sepandinê, ti zaniyaryek ji ber dest de nîne.