Welatiyekî Kurd bo derbaskirina heyama hepsa xwe bo girtîgeha bajarê Makûyê hate veguhastin

18:16 - 11 Şibat 2020

Roja Sêşemî 19`ê Rêbendanê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Fuwad Wekaletî” xelkê bajarê Makûyê, bo derbaskirina heyama hepsa xwe bo girtîgeha bajarê Makûyê hate veguhastin.

Havîna îsal taya yek a dadgeha şoreş a bajarê Xoyê bi serokayetiya dadwer “Îrfanî”, ew ciwanê Kurd bi tohmeta “piropagende li dijî nizam”ê bi salek hepsa te`izîrî ceza dabû û ew cezaye jî, di dadgeha pêdaçûn a bajarê Urmiyê de hatibû piştrastkirin.

Ew welatiyê Kurd, di dawiya meha Cozerdan a îsal, bi sedema belavkirina gotarek li derheq rewşa Kurdan û rexne li berpirsên hikûmetê, li bajarê Makûyê ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hatibû desteserkirin û bo girtîgeha îdareya Îtila`at a bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Fuwad Wekaletî di dawiya meha Pûşperê de, piştî tewawbûna lêkolînê di girtîgeha îdareya Îtila`at a bajarê Urmiyê, bo girtîgeha bajarê Makûyê hatibû veguhastin û roja Înê 14`ê meha Gelawêjê bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hatbû azadkirin.