Welatiyekî Kurd bo dadgeha şoreş a bajarê Seqizê hate gazîkirin

16:29 - 25 Çirriya paşîn 2020

Roja Duşemî 3ê Sermawezê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Ehmed Mihemedî” yê temen 51 salî ji aliyê dadgeha şoreş a bajarê Seqizê ve hate gazîkirin.

Yek ji xizmên wî welatiyê Kurd di vê derheqê de bi Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihand: “Ew welatiyê Kurd piştî gazîkirin bo dadgeha şoreş a bajarê Seqizê piştî demjimêrek lêpirsîn tê binçavkirin û bo girtîgeha bajarê Sineyê tê veguhastin.

Dadgeha şoreş ew welatiyê Kurd bi tohmeta “endambûn digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê” caza dabû”.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Ew welatiyê Kurd piştî rohnbûna tohmeta wî, bo girtîgeha bajarê Sineyê hatiye veguhastin”.

“Ehmed Mihemedî” xelkê gundê “Wizmane” yê ser bi bajarê Seqizê ye û navbirî mijûlê karê çandiniyê ye.