Welatiyekî Kurd bo cîbicîkirina cezayê xwe bo girtîgeha bajarê Baneyê hat veguhastin

18:01 - 24 Tebax 2022

Roja Şemî 29ê Gelawêjê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Hamîd Mehmûdî” temen 38 salî rûniştiyê bajarê “Baneyê” bo cîbicîkirina heyama girtîgeha xwe bo girtîgeha wî bajarî hat veguhastin.

Ew welatiyê Kurd piştî gazîkirin bo birêveberiya yasaya dozgera giştî û şoreş a bajarê “Bane”yê hat binçavkirin û bo girtîgeha wî bajarî hat veguhastin.

“Hamîd Mehmûdî” berê bi tohmeta hevkarîkirin digel yek ji partiyên Kurdî ji aliyê dadgeha bajarê “Bane”yê bi salek girtîgeha te`zîrî hatibû cezadan.