Welatiyekî Kurd bo cîbicîkirina cezaya xwe hate binçavkirin

16:48 - 12 Kanûna pêşîn 2020

Di heyama çend rojên derbasbûyî de, welatiyekî Kurd yê bi navê “Mêhrab Bextî” kurê “Eyûb” û xelkê bajarê Îlamê, bo cîbicîkirina cezaya xwe hate binçavkirin û bo girtîgeha navendî a wî bajarî hate veguhastin.

Ew welatiye 27ê Banemera îsal bi tohmetên “bêrêzîkirin bi rêberê nizam û piropagende li dijî nizamê ji rêya torên civakî ve”, ji aliyê taya yek a dadgeha şoreş a bajarê Îlamê ve bi 16 meh hepsa teizîrî û salek hepsa teizîrî hatibû cezadan.

Piştî nerizayetiya wî welatiyê li derheq cezaya ku dadgeha seretayî bi ser wî welatiyê de sepandibû, rêkevta 29ê Xermananê, taya 5 a dadgeha pêdaçûn a bajarê Îlamê, cezaya 16 meh hepsa teizîrî a wî welatiyê bi tohmeta “bêrêzîkirin bi rêberê nizam” bi wî awayê piştrast kiriye û cezaya salek hepsa teizîrî a navbirî bi tohmeta “piropagende li dijî nizamê” bi piştgirêdan bi madeya 12 a yasaya “kêmkirina hepsa teizîrî” bi 7 meh heps hate kêmkirin.

Ew welatiye piştî piştrastkirina cezaya wî li dadgeha pêdaçûnê, bo cîbicîkirina cezaya xwe bo girtîgeha navendî a bajarê Îlamê hate veguhastin.

“Mêhrab Bextî” sala 1397an jî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û 14ê Xezelwera heman salê bi tohmeta “bêrêzîkirin bi berpirsên hikûmeta Îranê li ser torên civakî” ji aliyê taya 11 a dadgeha keyferî a 2 ya bajarê Îlamê ve û bi piştgirêdan bi madeya 609 a yasaya cezayên Îslamî û pesendkirina sala 1392an, 74 derbe qamçiyên teizîrî bi ser navbirî de hate sepandin.