Welatiyekî Kurd bo cîbicîkirina cezaya xwe bo girtîgeha bajarê Nexedeyê hate veguhastin

16:26 - 10 Adar 2021

Roja Sêşemî 19`ê Reşeme, welatiyekî Kurd yê bi navê “Zahir Pesûpîş (Cola)”, temen 32 sal û xelkê gundê “Çiyane” yê ser bi bajarê Pîranşehrê, bo cîbicîkirina cezaya xwe, xwe bi girtîgeha bajarê Nexedeyê daye nasîn û bo wê girtîgehê hate veguhastin.

Roja Duşemî 29`ê Befranbarê, dadgeha şoreş ya bajarê Pîranşehrê ew welatiyê Kurd bi 3 meh girtîgeha te`izîrî bi hejmarkirina rojên berê yên binçavkirina wî, ceza da.

Dadgehê, ew welatiye bi tohmeta “piropagende li dijî nizam di rastaya berjewendiyên yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê de”, ceza da û bi piştgirêdan bi madeya 500 a yasaya cezayên Îslamî, pesendkiriya sala 1375`an bexşa te`izîrî û herwisa bi liberçavgirtina tebsereya madeya 2 a yasaya kêmkirina cezayên girtiyên te`izîrî, pesendkiriya sala 1399`an, bi 3 meh girtîgeha teizîrî ceza dabû.   

Cezaya ku bi ser wî welatiyê de hatiye sepandin, bi qebûlkirina cezayê xwe bo 45 rojan girtîgehê hatiye kêmkirin.

Roja Çarşemî 19`ê Sermawezê, ew welatiye bi danîna barimteya 200 milyon Tumenî bi awayekî demkî hatibû azadkirin.

Şeva Sêşemî 27`ê Xezelwerê, ew welatiye bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.