Welatiyekî Kurd bo cîbicîkirina cezaya xwe bo girtîgeha bajarê Merîwanê hate veguhastin

18:11 - 14 Kanûna pêşîn 2020

Roja Duşemî 24ê Sermawezê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Xîret Perwaze” 30 salî û xelkê gundê “Nê” yê ser bi bajarê Merîwanê bo derbaskirina cezaya xwe bo girtîgeha wî bajarî hate veguhastin.

Ew welatiyê Kurd berê ji aliyê dadgeha şoreş a bajarê Merîwanê ve bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê” bi 6 meh girtîgeha teizîrî hatibû cezadan.

Roja Duşemî 19ê Cozerdanê, ew welatiye piştî gazîkirin bo îdareya Îtilaata Spaha Pasdaranê hatibû binçavkirin û dawiya meha Pûşperê piştî bi dawîhatina heyama lêkolîna navbirî bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hatibû azadkirin.