Welatiyekî Kurd bo benda girtiyên siyasî bendîxana urmiyê hate veguhastin

18:03 - 12 Kanûna Paşîn 2021

Roja Yekşemî 21ê Befranbarê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Mihemedsemî Xadim” temen 25 salî xelkê bajarê Pîranşehrê û rûniştiyê bajarê Şinoyê, bo benda girtiyên siyasî yên girtîgeha bajarê Urmiyê, hate veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyekî agehdar, ew welatiyê Kurd, bo derbaskirina heyamê cezaya xwe bo girtîgeha bajarê Urmiyê hatiye veguhastin.

Herwisa wê çavkaniya agehdar ragihand: “Ew welatiyê Kurd, piştî 29 rojan ji binçavkirina xwe li girtîgeha îdareya Îtilaat a bajarê Urmiyê, roja Çarşemî 17ê Befranbarê, bo benda qerentîneyê hate veguhastin.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Dosiya nû a wî welatiyê Kurd, bi tohmeta çalakiya olî li lêpirsiya dadgeha şoreş ya bajarê Urmiyê, di dema berhevdanê de ye.

 “Mihemedsemî Xadim” sala 1398an, piştî mehek ji binçavkirinê, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hatibû azadkirin û piştre ji aliyê taya 3 a dadgeha şoreş ya bajarê Urmiyê, bi tohmeta “piropagende bi dijî nizamê” bi 6 meh girtina tezîrî hatibû cezadan.