Welatiyekî Kurd bi teqeya hêzên leşkerî li devera Tirgewer hate birîndarkirin

18:26 - 30 Gulan 2020

Roja Pêncşemî 8`ê Cozerdan, welatiyekî Kurd yê bi navê “Şehram Mistefapûr” xelkê gundê Mawane” a devera Tirgewer a ser bi bajarê Urmiyê rastî gullehreşandina rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê hat.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, hêzên leşkerî piştî birîndarkirina wî welatiyê Kurd, navbirî binçav kirine.

Herwisa wî çavkaniya agehdar got: “Ew welatiyê Kurd bi sedema kûrahiya birîna xew bo nexweşxaneya bajarê Urmiyê hatiy veguhastin û di bin çavedûriya hêzên leşkerî li nexweşxaneyê de ye.

Çavkaniya agehdar eve jî got: “Hêzên leşkerî heya niha îzna çavpêketina navbirî digel malbata xwe di nexweşxaneyê de nedane.

Heya dema belavkirina vê nûçeyê, ji sedema teqekirin û binçavkirina wî welatiyê Kurd, ti zanyariyek ji ber dest de nîne.