Welatiyekî Kurd bi teqeya hêzên leşkerî canê xwe ji dest da

17:26 - 7 Hezîran 2020

Roja Şemî 17`ê Cozerdanê, “Şehram Mistefapûr” kurê “Reşîd” û xelkê gundê “Mawane” a ser bi devera Tirgewer a bajarê Urmiyê, bi teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê hate birîndarkirin û bi sedema kûrahiya birînên xwe di nexweşxaneya “Arifiyan” de canê xwe ji dest da.

Ew welatiyê Kurd roja Pêncşemî 8`ê Cozerdanê, hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê teqe li wî welatiyê Kurd kirin û navbirî piştre bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya “Arifiyan” hatibû veguhastin.

“Şehram Mistefapûr” di dema nexweşxaneyê de, li jêr çavedêriya ewlehî a hêzên leşkerî de bû.