Welatiyekî Kurd bi sedema teqîna mînê birîndar bû

16:34 - 4 Çirriya paşîn 2021

Roja Çarşemî 12`ê Xezelwerê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Hêmin Îbrahîmî”, xelkê gundê “Şelmaş” ê ser bi bajarê Serdeştê, di encama teqîna mînê de bi awayeke dijwar birîndar bû.

Ew welatiye di dema çêrandina ajelan de li nêzî gundê “Doletû” yê ser bi bajarê Serdeştê, rastî wê bûyerê hatiye.

Pêka gotina çavkanioyeke agehdar, “Hêmin Îbrahîmî” bi sedema kûrahiya birînin wî bo çareseriya pizîşkî, bo nexweşxaneyek li bajarê Urmiyê hatiye veguhastin.

Di wê derheqê de, roja Pêncşemî 6`ê Xezelwerê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Zaniyar”, li encama teqîna mînê, li binkeyekî betalkirî ya leşkerî li gundê “Zelê”yê ser bi bajarê Serdeştê, birîndar bû.