Welatiyekî Kurd bi sedema teqîna mînê birîndar bû
Roja Duşemî 7`ê Pûşper, welatiyekî Kurd li gundê “Bedir”ê girêdayê “Deşta Ebas” a ser bi bajarê Dêhloranê bi sedema teqîna mînê, piyê wî birîndar bû.
Ew welatiye piştî wê bûyerê û tedawîkirina wî ji aliyê personelên navenda dermanî ya Deşta Ebas û personelên pizîşkiya lezgîn, bi rêya ambolansa binkeya Orjansa rê ya Deşta Ebas, bo nexweşxaneya bajarê Dêhloranê hate veguhastin.
Ew duhimin bûyera teqîna mîn e ku di heyama heftiyekê de, qewimî ne.
Roja Şemî 5`ê Pûşper, welatiyekî temen 35 salî, bi sedeam teqîna mînê li devera “Çemhêndî” ya Deşta Ebas a ser bi bajarê Dêhloranê, piyê wî bi awayekî dijwar birîndar bibû.
Ew welatiye ku di encama teqîna mînê de tûşî menca teqîna mînê bibû, piştî dermankirina wî ji aliyê personelên binkeya Orjansiyên pizîşkî, bi rêya ambolansa binkeya Orjansa rê ya Deşta Ebas, bo nexweşxaneya “Gencûyan” a bajarê Dizfûlê hate veguhastin.