Welatiyekî Kurd bi sedema teqîna mînê birîndar bû

17:52 - 25 Gulan 2021

Roja Sêşemî 4`ê Cozerdan, welatiyekî Kurd ê bi navê “Şêrko Mihemedpûr” xelkê gundê “Bêwran” ê ser bi bajarê Serdeştê bi sedema teqîna mînê bi awayekî dijwar birîndar bû û pê wî seqet bû.

Ew welatiye li dema çêrandina pezan de rastî wê bûyerê hatiye.

“Şêrko Mihemedpûr” bo tedaviya pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Serdeştê hatiye veguhastin.

Di vê derheqê de, roja Çarşemî 22`ê Banemerê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Ebdulla Serefraz” temen 23 salî û xelkê gundê “Tuwe” ê ser bi bajarê Serdeştê, bi sedema teqîna mînê bi dijwarî birîndar bibû.

“Ebdulla Serefraz” piştî wê bûyerê bo nexweşxaneya bajarê Serdeştê hate veguhastin û bi sedema kûriya birînan piştre bo nexweşxaneya bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.