Welatiyekî Kurd bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li Dalaho birîndar bû

18:41 - 28 Nîsan 2021

Roja Duşemî 6`ê Banemerê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Suhbet Semedîneseb”, xelkê bajarê “Dalaho” yê ser bi Parêzgeha “Kirmanşan”ê, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê birîndar bû.

Hêzên leşkerî bi bê agehdarkirina berê û bi şik û gumana kelûpelên qaçax, maşîna wî welatiyî dabûne ber gulleyan.

Piştî wê bûyerê “Suhbet Semedîneseb” bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya Taliqanî ya bajarê Kirmanşanê hatiye veguhastin û rewşa giştî ya tendirustiya navbirî xirab e.