Welatiyekî Kurd bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê hate birîndarkirin

17:58 - 30 Çirriya pêşîn 2021

Roja Înê 7`ê Xezelwerê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Azad” xelkê gundê “Doletû” yê girêdayê bajarê Serdeştê bi sedema teqeya hêzên leşkerî hate birîndarkirin.

Ew welatiye li dema çêrandina pezan li nêzîkê yek ji binkeyên ser sînor ên bajarê Serdeştê rastî teqeya rasterast a hêzên leşkerî hat û pêyê wî hate birîndarkirin.

Ew welatiye bo tedawiya pizîşkî bo navendên dermanî hatiye veguhastin.

Her di wê derheqê de, roja Pêncşemî 6`ê Xezelwerê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Zaniyar”, ji encama teqîna mînê ve li binkeyekî betalkirî yên gundê “Zelê” yê ser bi bajarê Serdeştê, birîndar bû.