Welatiyekî Kurd bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê canê xwe ji dest da

17:15 - 2 Çirriya paşîn 2021

Sibideha roja Sêşemî 11`ê Xezelwerê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Weysî Badînî”, kurê Ehmed û xelkê gundê “Sorkan” ê ser bi devera Mirgewer, di encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê de li ser sînorê bajarê Urmiyê, canê xwe ji dest da.

Hêzên leşkerî yên hikûmetê bi bê agehdar kirina berê, ew welatiye ku di dema çêrandina ajelan de rastî teqeya rasterast hatibû.

Pêka gotina çavkaniyekî agehdar, “Weysî Badînî”, bi sedema xwînrêjiya zêde canê xwe ji dest daye û hêzên leşkerî yên hikûmetê li çareserî kirina pizîşkiya navbirî, rêgirî kiribûn.

Herwisa wê çavkaniya agehdar gotiye: “Wan hêzên leşkerî ajelên wî welatîyî digel xwe birine.

Termê navbirî heya niha bi malbata wî nedane.

“Weysî badînî” xêzandar û xwediyê 2 zarokan e.