Welatiyekî Kurd bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê birîndar bû

17:13 - 12 Adar 2022

Roja Çarşemî 18`ê Reşemê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Riza Ebdî” kurê Ebdullah û xelkê bajarê Kamêranê bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li nêzîk bajarê Kengawerê  girêdayê parêzgeha Kirmaşanê birîndar bû.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, hêzên leşkerî yên hikûmetê bi şika hebûna tiştên qaçax teqe li maşîna wî welatiyê Kurd kirine.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Riza Ebdî bi sedema teqeya hêzên leşkerî, lingê wî birîndar bûye û bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya Taliqanî ya bajarê Kirmaşanê hatiye veguhastin.

Herwisa wê çavkaniyê bas ji wê jî kir ku piştî neştegeriyî kirina lingê wî welatiyê Kurd, roja Pêncşmî 19`ê Reşemê bi bê çavedêriya pizîşkî bo girtîgeha “Dîzilava” ya bajarê Kirmaşanê hatiye veguhastin.

Ew welatiyê Kurd xelkê gundê “Vêziyer” ê ser bi bajarê Kamêranê ye û xîzandar û bavê zarokekê ye.