Welatiyekî Kurd bi sedema pirisgirêkên malbatî xwe şewitand

17:40 - 11 Îlon 2022

Roja Şemî 19ê Xermananê, kedkarekî nanpêjxaneyê yê bi navê “Osman Dac” naskirî bi “Şatir Osman” xelkê gundê “Nê”yê girêdayî bajarê “Merîwan”ê, û rûniştiyê wî bajarî agir berda laşê xwe.

Pêka çavkaniyek agehdar ew kedkarê Kurd bi sedema pirisgirêkên malbatî xwe şewitandiye.

Her di vê derheqê de roja Yekşemî 16ê Gelawêjê, kedkarek din yê bi navê “Mihemednebî Mensûrî” temen 32 salî û kurê “Elîekber” xelkê bajarê “Çewar” ya girêdayî parêzgeha “Îlam”ê ji rêya xwe bidarvekirinê dawî bi jiyana xwe aniye.

Herwisa piştî 24 demjimêran ji xwekujiya wî kedkarî, kedkarek din yê bi navê “Elî Mihemedkerîmî” xelkê bajarê “Çewar” bi çeka nêçîrê hewla xwekujiyê da û dawî bi jiyana xwe anî.