Welatiyekî Kurd bi girtîgehê hat cezadan

18:15 - 15 Îlon 2022

Welatiyekî Kurd yê bi navê “Rehman Qadirî” kurê “Kerîm” xelkê bajarê “Pîranşarê” ji aliyê dadgeha Şoreş a wî bajarî ve bi girtîgehê hat cezadan.

Ew welatiyê Kurd bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji partiyên  Kurdî” bi 2 sal û 7 meh û 16 roj girtîgeha te`zîrî  hatiye cezadan û pêka yasaya “Kombûn” cezaya “Eşed” bo navbirî dê bê cî bi cî kirin.

Pêka çavkaniyek agehdar, roja Duşemî 21ê Xermananê,“Rehman Qadirî” cezayê wî jêra hatiye raguhandin.

Roja Yekşemî 24ê Rêbendana sala derbasbûyî, “Rehman Qadirî” bi bê belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştî bidawî hatina heyama lêpêçînê bo girtîgeha bajarê “Nexedê” hatibû veguhastin û roja Şemî 21ê Reşema heman salê bi danîna barimteyê bi awayê demkî ji girtîgehê hatibû azadkirin.