Welatiyekî Kurd bi danîna barmiteyeke giran ji girtîgeha bajarê Seqizê hate berdan

11:54 - 22 Nîsan 2020

Roja Sêşemî, 21`ê Nîsanê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Salar Se`îdpûr”, li girtîgeha Îdareya Îtila`at a wî bajarî, bi danîna barmiteye 500 milyon tumenî hate berdan.

Roja Yekşemî, 18`ê Nîsanê, ew welatiyê Kurd bi hegereke nexuya, ji aliyê hêzên Îtila`ata rejîmê ve, hatibû binçavkirin.

Hêzên Îtila`ata Îranê, bê hebûna ti belgeyeke yasayî, bi êrîşkirin li ser mala “Salar Se`îdpûr”, navbirî binçavkiribûn.

“Salar Se`îdpûr” mamê hepisiyê îdamkirî, “Şayan Se`îdpûr” e.